Mesûd Pizîşkiyan, Serkomarê Îranê êvara roja Înê 6ê Xermananê li bernameyekî televziyonî de ragehand, bi sedema dorpêçên Amerîka û dorpêça deryayî a benderên Îranê ve, hinardeya Îranê %35 kêm kiriye.
Pizişkiyan îşare bi vê jî kir ku hevdem ligel zêdetirbûna givaşên şer, rêjeya teweroma salane li meha derbasbûyî de gelek bilind bûye.
Wê rewşa abûrî nîgeraniya kûr ji aliyê desthillatdarên rejîma Îranê ve çê kiriye.
Pizîşkiyan îşare bi vê jî kir ku li heyama demkurt a cîbicîkirina lêktêgeheştina meha Jûen li navbera Tehran û Waşingtonê de, Îranê kariye nêzî 90 Milyon bermîl neftê bifroşe, çimkî li vê qonaxê de Amerîka rê dabû Îranê ku nefta xwe bifiroşe.
Pizişkiyan zêdebarî evê ku nîgeraniya xwe ji egera nerizayetiyan li Îranê de da xuya, base kirîza benzînê jî kir û dê nirxa bênzînê bi du qat bilind bikin, bo mînak ji 5 hezarî bikne 10 hezar tumen.
Li peyamekî nivîskî de ku goya ji aliyê Mucteba Xamineyî rêberê winda yê Komara Îslamî hatiye belavkirin, daxwaz li rejîmê kiriye ku bilez rêkar û çareserkirina zincîre pirsgirên abûrî û jiyanê ji wan tewerom, bêkarî û kontirolkirina bazarê bigre ber.
Hêjayê gotinê ye ku rejîma Îranê hevdem ligel givaşên abûrî, lêkeftên şer, sizayên nû ên Amerîka û nerizayetiya berfireh a navxwe rûbirû bûye û rastî aloztirîn kirîza rewayî û desthilatdariyê li dîroka xwe bûye.