Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tengava Hormozê vekirî ye û rêjîma Îranê xwe ji şer diparêzin

12:09 - 29 Tebax 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê li pêwendiyeke têlêfonê de digel nûçegihaniya “Axios” ragihand: “Tengava Hormoz vekirî ye û berteknîşandana rêjîmê gelek nerm e, ev naxwazin ku careke din li hember me bisekinin, bûyer bi tevavî ev e û yên din girîng nînin”.

Axaftina Tiramp çend demjimêran piştî daxuyaniya CENTCOMê li Rojhilata navîn de bûye ku ragihandibû, bi alîkariya Amerîkayê, li heyvên derbasbûyî de zêdetir ji 750 milyon bermîl neft ji tengava Homozê re derbas bûye û tengav vekirî ye û Îran xwe li şer digel Amerîkayê diparêz e.

General “Bired Kûpir”, fermandeyê CENTCOMê tevî îşarekirin ji paqijkirina tengava Hormozê ji mînan û derbaskirina zêdetir ji hezar û 500 gemiyên neftkêş li vê tengavê re, da zanîn ku Artêşa Amerîka li tengava Hormozê de xaleke bihêz bi dest xwe ve aniye ku dikare li danûstandinan û kontrolkrina nirxa neftê de xwedî bandorek mezin be.

Spaha pasdaran a terorîst dîsan îdia kiriye tengava Hormozê bi tevavî li kontrola wan de ye.

Ji aliyê din ve tevî lahêkirina rêjîma Îranê bo destpêkirina danûstandinan, Tiamp her cure danûstandine digel wan red kir.