Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hov ên rêjîmê, li goristana Xaweran de rêgirî ji malbata şehêdan kirin

12:11 - 29 Tebax 2026

Roja Înê 28ê Tebaxê, malbatên mafxwaz ên bidarvekirinên bikom ên dehika 60an a rojî bi armanca çona ser gorên zarokên xwe, serdana goristana Xaweran kirin, lê hêzên hov ên rêjîmê careke din rêgirî ji çona wan bo nav goristanê kirin û bi zorê driyê vê goristanê daxistin.

Li hember de malbatên wan kuştiyan, bi rijandina gulên sor li ser rêya goristanê wêneyên zarokên xwe li kêleka dîwarê goristana xaweran danin û li pişt deriyên daxistî yên goristanê de yada wan bi bilind ragirtin, sirûd sitrandin û wêneyên zarokên xwe bilind kirin.

Li dehika 60an û komkujkirina girtiyên siyasî li sala 1367 a Rojê de, dehan hezar girtiyên siyasî bi fermana rasterast a Xumêynî hatine komkujkirin ku piraniya wan girtiyên siyasî nehatibûne dadgehîkirin an piştî dawihatina sizayên sepandî, nehatibûne azadkirin û hatine kuştin.

Termê beşek ji qurbaniyê wan kumkujî û cinayeta dijî mirovahaiyê li goristana Xaweran li Têhranê de li gorên bikom de pê lodêran hatine binaxkirin û hejmara wan kuştiyan heta niha jî bi serastî nehatiye zanîn, lê gorî hinek amaran derdora 10 hezar girtiyên siyasî di havîna sala 1367 an de ji aliyê rêjîmê ve hatine komkujkirin.