Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran ji welatên cîhanê dixwaze li dorpêça aborî bo ser rêjîmê de beşdar nebin

12:13 - 29 Tebax 2026

Wezareta derve ya rêjîma Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji welatên cîhanê kiriye ji beşdarî û birêvebirina dorpêça nû ya Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê xwe biparêzin û îdia kiriye ev biryara Amerîkayê bi dijî yasayên rêkxistina Netewên Yekgirtî û yasayên navnetewî ye.

Ev daxwaziya paşmaweyên rêjîma Îranê li halekê de ye ku rêjîma Îranê li avên navnetewî de êrîşê dike ser gemiyên ticarî û bi rêya milîsên xwe ve, ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn xistiye metirsiyê û welatên derdor û cîran bi mûşek û dironan dike armanca.

Herwisa wezareta derve ya rêjîma Îranê nivîsek bo kora giştî ya Netewên Yekgirtî şandiye û dorpêça kawilker a aborî bo ser rêjîmê bi destêverdan li karûbarê welatên cîhanê û pêwendiyên dostane li navbera dewletan binav kiriye û daxwaz kiriye welatên cîhanê nabe dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma îranê de beşdar bibin û alîkariya Amerîkayê bikin.