Li Tehranê û parêzgeha Gîlanê ya Îranê, bi sedan malnişînên kompaniya muxabiratê’ perwerdeyê û yên ewlehiya civakî derketin kolanan û xwepêşandaneke mezin li dar xistin. Beşdarên çalakiyê li hemberî avahiya îdareyên pêywendîdar civiyan da ku dengê xwe li dijî xirabiya rewşa aborî û birêvebirina xelet bilind bikin.
Xwepêşanderan nerazîbûna xwe li hemberî teweroma bilind, cîbicînekirina qanûnên ewlehiya civakî û xemsariya berpirsiyaran nîşan dan. Herwisa wan daxwaza azadkirina çalakvanên sivîl, siyasî û mamosteyên girtî kirin û li dijî darvekirin û siyaseta şer rawestiyan.
Malnişînan destnîşan kir ku rêvebirên kompaniyê daxwaziyên wan paşguh dixin û daxwaz kirin ku mafên wan yên yasayî û aborî bêne dayîn. Ev çalakî nimûneyek ji pêla nerazîbûnên aborî û civakî yên van rojên dawî yên li welat e.
Roja derbasbûyî jî rapor li ser xwenîşandana qatên cuda cuda yên civakê li Kirmanşan, Xûzistan, û gelek bajarên din belav bibûn û hindî diçe ev nerizayetî berfirehtir dibin.