Li bajêrê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, komeke ji çalakvan û dostên jîngehê ji bo paqijkirina devera geştûguzarî ya Çiyayê Awiyerê dest bi çalakiyekî dilxwazî ya berfireh kirin. Ev çalakiya ku bi armanca parastina bedewî û paqijiya ciwaniya xwezayî hat lidarxistin, bal kişand ser giringiya hişyariya jîngehî di nav civakê de.
Gelek welatî û dostên xwezayê bi coş û xîret beşdarî vê çalakiya xwebexşane bûn. Beşdarên ku destên hev girtin, deverên cuda yên çiya ji bermahiyên plastîk û kirs û keval paqij kirin û paqijiyeke mezin li herêmê çêkirin.
Di dema çalakiyê de, çalakvanan pankart û tabloyeke mezin bilind kirin ku li ser hatibû nivîsandin: «Parastina jîngehê, parastina jiyanê ye; parastina xweza û jîngeha Kurdistanê ji bo her kesî erkekî neteweyî û mirovî ye.»
Ev cûre çalakiyên dilxwazî roleke girîng dilîzin di bilindkirina asta hişyariyê de û careke din nîşan didin ku berpirsiyariya parastina bedewiyên Kurdistanê dikeve ser milê tevahiya civakê.