Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst dixwaze çeka etomî çêbike

12:35 - 29 Tebax 2026

Biryargeha Xatemulenbiya ya ser bi sapaha pasdaran a terorîst îdia dike ku bo rawestan li hember gefên Îsraîlê, hewceyî bi bomba navkî heye, ev yekem car e spaha pasdaran a terorîst bi eşkere îtiraf bi hewla rêjîmê bo bidestveanîna çeka navkî dike û bo çewtekarî, heta niha çeka navkî bi heram binav dikir.

Îbrahîm Zulfeqarî, berdevkê biryargeha Xatemulenbiya bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de nivîsandiye: “Îsraîlê Xeze, Filistîn û Lubnan kawil kirine û niha hewla kawilkirina Îranê dide, lewma me hewcehî bi bomba navkî heye ku dawî bi wan hewlên Îsraîlê bînin”.

Ev îdiaya rêjîmê li halekê de ye ku rêjîma Îranê bi rêya milîsan, “Xeze, Filistîn, Lubnan, Sûriye, Yemen û çend welatên din” de xelkê wan welatan da kuştin û welatên wan da kawilkirin.

Heta niha berpirsên Îsraîlê çendîn caran ragihandine hekî rêjîma Îranê çeka navkî hebe, dê li ser Îsraîl bi kar bîne, lewma ti car vê derfetê nade rêjîma Îranê.