Berdewamiya bilindbûna rêjeya teweromê û bihabûna roj bi roj a hewcehiyan û xwarinê li Îranê, civaka wî welatî ber bi pirskirêkên dijwar a jiyanê ve biriye.
Li gorî rapora rojnameya "Cahan-e Sanat" û amarên Banka Navendî ya Îranê, teweroma salane di meha Gelawêjê de gihîştiye %84.4, ku di beşa hewcehiyan de ev rêje gihîştiye asta %121.5. Zêdebûna bihayê hewcehiyên sereke yên wekî goşt, şîr û hêkê, hêza kîrînê ya welatiyan bi temamî şikandiye, heta di vîdyoyekê de ku li torên civakî belav bûye, jineke qesab dibêje ku gelek muşterî ji ber destkurtiyê salek e goşt nexwarine.
Ji aliyekî din ve, kirîza aborî gihîştiye nav hêzên çekdar ên rejîmê jî. Vîdyoya sitvanekî Hêzên Întîzamî yê ku 15 salên xizmetê hene û behsa kêmbûna hiqûq û şert û mercên xirab ên jiyana xwe û hevalên xwe dike, nîşan dide ku nerazîbûn çûye nav xudî wan Kesan jî ku di xizmeta rêjîmê de ne. Ev rewş nîşan dide ku pirskirêk û kirîza aborî ya kûr, bêhêviyeke berfireh di nav hemû qatên civakê de peyda kiriye.