Di demekê de ku givaşên aborî yên Amerîkayê tundtir dibin û berpirsên Tehranê êitirafê bi kêmbûna dahata neftê dikin, daketina bê mînak ya nirxa tumen berdewam e û aboriya Îranê rûbirûyî çendîn kirîzîn kûr bûye.
Nirxa dolar li bazara azad a Îranê ji 206 hezar û 400 tumenî derbas bû û hevaleyê dolarê jî gihîşt 209 hezar tumenî.
Di heman demê de, Ponda Brîtanyayê bi 277 hezar tumenî û sikeya Îmamî bi 218 milyon tumenî ye. Eva piştî wê yekê bû ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê operasyona “Dorpêçkirina Aborî” dest pê kir û cezayên nû li ser beşên bankî de sepand.
Mesûd Pizîşkiyan, Serokomarê Îranê, eşkere kir ku ji ber dorpêçkirina deryayî û cezayan, bazirganiya wan a derve 35 ji sedî kêm bûye. Herwisa, Ebdulnasir Hêmetî, Berpirsê Banka Navendî, piştrast kir ku hinardekirina neftê bi giştî sekiniye.
Şareza û Sênatûrên Amerîkayê tekezî dikin ku ev givaş bûne sedema biçûkbûna aboriya Îranê û bilindbûna rêjeya teweromê heta 70 ji sedî.
Ev nirxên ku me amaje pêkirin heta dema amade kirina vê nûçeyê bûn.