Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, koça dawî kir.
Mehdî Zana li Amedê li nexweşxaneyeke taybet, derdora demjimêr 18:35an canê xwe ji dest daye.
Hat zanîn ku termê Mehdî Zana dê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê veşartin.
Mehdî Zana kî ye?
Mehdî Zana 20ê Kanûna Pêşîna 1940î li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bû.
Mehdî Zana hevjînê Leyla Zana bû ku Leyla yek ji parlamenterên jin ên Kurd ên yekem ên Tirkiyeyê û xwediya Xelata Ramanê ya Sakharovê ya navneteweyî ye.
Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de Serokatiya Şaredariya Amedê kir.
Herwisa wekî siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.
Jiyana siyasî û serokatiya şaredariyê
Zana sala 1963yan tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bû û dest bi çalakiya xwe ya siyasî kir û sala 1965an bû serokê TÎPê yê navçeya Farqînê.
Di hilbijartinên xwecihî yên sala 1977an de wekî namzedekî serbixwe bû Serokê Şaredariya Amedê, û heta kûditaya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand.
Piştî kûditaya leşkerî ya 12ê Îlonê hat girtin, ev bi îdiayên “cudaxwazî” û “propagandaya Kurdî” derket pêşberî dadgehê, û li Girtîgeha Amedê kefte bin êşkenceyên giran, û bi giştî 16 salên jiyana xwe di zindanê de derbas kirin.
Zana ji ber xebatên xwe yên di xeta Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK / Rêya Azadî) û DDKOyê de di dozên sereke de hat darizandin.
Piştî ku ji zindanê derket, bi salan wekî penaberekî siyasî li welatên Ewropayê yên wekî Swêd û Almanyayê jiya, heta sala 2004an vegeriya Tirkiyeyê.
Mehdî Zana kesayetiyekî naskirî, siyasetmedar, welatparêz û nivîskar bû, ev dostê herî nêz ê rêberên nemire me Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî bû.
Koça dawî a Zana xisarek bû bo gelê me, bila serê malbata wî û gelê Kurd sax be.