Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja yekem a Kongreya UNPO bi beşdariya nûnerên Hizba Demokrat bi dawî hat

09:53 - 30 Tebax 2026

Roja Şemî, 7ê Xermanana 1405an, Kongreya 21emîn a Rêkxirava Neteweyên Bêdewlet, UNPO, bi beşdariya şandeke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Amsterdamê, paytexta Holendê, hat lidarxistin.

Di kongreya Neteweyên Bêdewlet de, Sofya Emînî, nûnera Hizba Demokrat li UNPO, û Kanî Cehangîrî, nûnera Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Feranseyê, beşdar bûn.

Di roja yekem a kongreyê de, piştî xwendina rapora Serokatiyê û pêşkêşkirina rapora Sikretêrê, gelek mijar hatine ber bas. Di çarçoveya kongreya UNPO de derfet hat dayîn ku nûnerên neteweyên bêdewlet behsa pirsgirêkên xwe bikin.

Şanda PDKÎ rewşa gelê Kurd, bêmafî û zilm û zordariyên ku li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve li ser gelê Kurd tên sepandin, wek biryarnameyek pêşkêş kir.

Di kongreyê de, Sofya Emînî, nûnera Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li UNPO, axaftinek li ser rewşa mafên mirovan û rewşa Rojhilatê Kurdistanê kir.

Nûnera Hizbê di axaftina xwe de îşaret kir ku ji destpêka sala 2026ê heta 1ê Tebaxa 2026ê, part û aliyên siyasî yên Kurdistana Îranê ku li Herêma Kurdistanê akincî ne, rastî zêdetirî 423 êrîşên rejîma Îranê hatine. Di encama van êrîşan de herî kêm 20 kes şehîd bûne û zêdetirî 75 kes jî birîndar bûne.

Roja yekem a Kongreya UNPO bi axaftina Sekreterê Rêkxiravê bi dawî hat.