Li gorî nûçeya ku gihîştiye beşa nûçeyan a Navenda Ragihandinê ya PDKÎ, roja Şemî 7ê Xermananê, 58 welatiyên Pîranşarê ku sala borî bi lixwekirina cil û bergên Xakî beşdarî şahiyekê bibûn, dadgeha şoreş a rejîmê li Urmiyê, her yek ji wan 58 welatiyan bi 20 milyon tomanî neqidî ceza kirin.
Roja Çarşemî 25ê Pûşperê 1404ê, civîna dadgehîkirina 58 welatiyên Pîranşarê hat lidarxistin û ji ber lixwekirina cil û bergên Kurdî yên Xakî hatibûn binçavkirin û ji bo wan dosya hatibû vekirin.
Ev 58 welatî bi tohmeta «propagandayê li dijî rejîmê» di şahiyekê de û piştî belavbûna berfireh a vîdyoyên wan li ser turên civakî hatin gazîkirin bo yek ji tayên lêpirsînê yên Dadgeha Şoreş a Pîranşarê.
Piştî sepandina vê cezaya neheq, piraniya van 58 kesan her bi cil û bergên Kurdî beşdarî civîna dadgehkirinê bûn.
Hêjayê gotinê ye ku piştî van hewldanên rejîmê, xelkê Kurdistanê biryar da ku Newroza sala borî bi navê «Newroza Xakîpoşan» bê nasîn û bi vî awayî bersiveke tund da karbidestên rejîma Îslamî.