Mesûd Pizişkiyan, serkomarê rêjîmê daxwaza pêbendiya Amerîka bi lihevkirina Îslamabadê kir li halekê de paşmaweyên rêjîmê piştî vê lihevkirinê, li tengava Hormozê de êrîş kiribûne ser neftêşan û her bi xwe xalên vê lihevkirinê binpê kiribûn, lê piştre înkara vê êrîşkirinê jî kirin.
Herwisa Mesûd Pizişkiyan îdia kiriye: “Em dibe hewlê bidin dujmin neçar bikin ku pêbendê xalên lihevkirinê bimîne û ewlehiya Îran, dever û hevpeymanan bi vê lihevkirinê zêdetir bibe”.
Ji aliyê din ve Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîmê gotiye ku danûstandin digel Omanê li derheq tengava Hormozê gihîştiye qonaxên dawiyê.
Heftiya derbasbûyî jî wezareta derva ya rêjîmê belav kiribû danûstandin li navbera Têhran û Mesqetê her berdewam e, lê Kazim Xerîbabadî yê cihgirê Ebas Îraqçî ragihandibû ku pêşniyara Omanê li derheq dabeşkirina vekhev a rêyên hatinûçona gemiyan li tengava Hormozê hatiye redkirin.
Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta derve ya rêjîmê jî îdia kiribû tengava Hormozê li paşerojê de dê ji aliyê rêjîmê û bi şêwirdariya Omanê bi rê ve biçe.