Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rahênana serbazî bo karmend, zarok û alîgirên rejîmê li tirsê serîhildana nerizatiyan

10:56 - 30 Tebax 2026

Hevdem ligel tundbûna rewşa ewlehiyê piştî kirîza bênzînê, bijîva jiyanê û nîgeraniya rejîmê li dubare serîhildana nerizatiyan, hêzên tepeserkar ên rejîmê devra rahênana serbazî anku amûzişa nizamî bo karmend, alîgirên desthilatê, demûdezgehên îdareyan û zarokan birêve biriye.

Li gorî raportan, şaredariya Tehranê bi serokatiya Elîriza Zakanî, çawatiya bikaranîna çekê bi karmendên Devera 22 xistiye bernameya kar de.

Hêzên çekdar ên rejîmê karmendên deverên cuda cuda ên Tehranê bo baxçên giştî, ji wan daristana Çîtger veguhastiye, heya li çarçêweya bernameya xwe de bi navê (Yekeya Rezmî a Şerker) rahênana kiryarî û çawatiya bikaranîna çekan bibîn in.

Herwisa zanyarî behs li ser rahênan bi çekê li hinek mizgeft û navendên ferhengî ên hikumî yên din bi zarok û nûgihanan li çarçêweya bernameyên tehtîlî de dikin.

Hevdem wêneya rahênana serbazî li kombûnên şevane ye aligirên rejîmê û amadebûna jin û zarokan li vê bernameyê de belav kirine.

Deng û rengê rejîmê de çawatiya bikaranîna çekê belav bibû û cêhgirê serokê Radiyo û televziyona rejîmê bi wî awayî bernameya bi (Hêmayî û Perwerdeyî) binav kir.

Li dema nerizatiyên sertaserî ên derbasbûyî de, kuştara hezaran kes li xelkê li ser şeqaman û bi çekên cengî ji aliyê hikumetê ve hate encam dan û niha jî ew gumane heye ku Komara Îslamî bernameya nû bo rêkxistin û rakêşana hêzan bi mebesta kuştar û serkutkirina xula bê a nerizatiyan xistiye ber behsê.