Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê zanist ê rêjîmê li derheq metirsiya nerizayetiya xelkê huşdarî da

11:01 - 30 Tebax 2026

Husên Sîmayî Seraf, wezîrê zanist ê rêjîmê li civîna binav “şewreya kora perwerdeya bilind de li derheq nebûna bersiva hewce ya berpirsên rêjîmê bi daxwaziyên xelkê huşdarî da û ev bo rêjîmê bi metirsî da zanîn.

Navbirî li axaftinên xwe de gotiye: “li doreya kirîzan de xelk hevgirtîtir dibe ji hinek kêmasiyan derbas dibin, lê piştî derbasbûn ji kirîzan, daxwaz û çavrêtiyên zêdetir hene û hekî bi wan daxwaziyan bersiva bi wec neyê dan, egera vê heye rê bo nerizayetiyan xeş bibe.

Navbirî ragihand ku bo tabhênana civakê, hewceyî bi sermayeya civakî heye û geşedan û xweşbijîviya giştî, yek ji nîşaneyên giring ê vê ye.

Heta niha rêjîmê bervajiyê vê yekê kiriye û li egera destpêkirina nerizayetiyek nû de renge vê carê nekare bi hêsanî bi tepeserkirin û kuştina xelkê, xwe rizgar bike û berpirs û kesên alîgirê rêjîmê, ji vê yekê nigeran in.