Husên Semsamî, endamê komîsiyona aborî ya meclîsa rêjîmê li hevpeyvînekê de ragihand: “Hêj aboriya Îranê nekevtiye jêr bandora nirxa 180 hezar Tumenî ya yek du heyvên derbasbûyî, dibe em çavrêyê teweromekî dijvartir bin û ev trajêdî hêdî hêdî li aboriya Îranê de diqewime”.
Li halekê de hawirde û hinrdeya bingehîn li Îranê bi taybet neft û gaza Îranê ji aliyê spaha pasdaran a treorîst û kesên pêwendîdar bi rêjîmê ve tê kirin, Hesên Semsamî gotiye li derheq nirxa berheman de banka navendî hinardeker û hawirdeker azad hiştine ku ev yeka bi wateya azadhiştina nirxa Dolar e.
Herwisa “Husên Semsamî” gotiye bi berçavgirtina vê yekê ku banka navendî derfet daye hinardeker û hawirdekeran ku digel hev sazan hebin, bandora nirxa dolarê 204 û 205 hezar Tumenî dê bê ser sifreya xelkê û nirx ji ya heyî jî dê bilintir bibe û ev tewerom dê ser sifera xelkê bibe hertimî.
Axaftinên navbirî dide xuya ku kirîzeke trajîk a aborî li Îranê de diqewime û rêjîm û banka navendî ti rêkar û rêçareyek bo vê yekê nînin.