Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girîngtirîn vêzgeha deryayî ya hawirde û hinadeya Îranê ji gemiyan betal bûye

13:28 - 30 Tebax 2026

Piştî destpêkirina dorpêça kawilker a Amerîkayê bo ser ticareta deryayî ya rêjîma Îranê, vêzgeha deryayî ya Recayî li bajarê Bender Ebasê ku mezintirîn qiarxava deryayî ya Îranê ye, ji gemiyan betal bûye û ti hatin û çoneke deryayî li wir nayê dîtin.

Vêzgeha Recayî giringtirîn vêzgeha hinarde û hawirdeya kantîner, alav û madên din a Îranê ye û niha ti gemiyek li vê vêzgehê de nayê dîtin û bi tevavî betal bûye.

Rêjîma Îranê piraniya karûbarên hawirde û hinardeya Îranê li vê vêzgehê de cî bi cî dikirin û niha bi tevavî ev yek sekiniye.

Sekinîna hinarde û hawirde li vê vêzgeha deryayî bandoreke gelek zêde xistiye ser aboriya rêjîmê û dide xuya ku Amerîka tevavetiya hatinûçona deryayî xistiye jêr kontrola xwe û dorpêçê bi tundî bi rê ve dibe.