Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama sala 1404 heta 1405 a xwendinê de zêdetir ji 15 mamosta hatine kuştin

13:35 - 30 Tebax 2026

Pêka rapora nû ya “Lêkolina Tevgera Mamostayan”, tepeserkirina mamostayan li heyama sala xwendin a 1404-1405 a Rojî de zêdetir ji 15 mamosta ji aliyê hêzên tepeserker ve hatine kuştin û zêdetir ji 78 mamosta hatine girtin.

Pêka vê raporê, 46 mamosta bo navendên ewlehî hatine gazîkirinkirin û sizaya girtîgehê bi ser 30 mamosta û çalakvanên sendîkaya mamostayan de hatine sepandin û 7 mamosta li ser kar hatine derxistin û sizaya bidarvekirinê bi ser 2 mamastayan de jî hatine sepandin.

Ji 78 mamostayên binçavkirî 51 mamosta mijûlê kar û 27 mamosta jî malnişînkirî bûne.

Givaşa bo ser mamostayan çend alî û çend qatî ne, li navendên ewlehî de gef ji wan tê kirin, têne îşkencekirin û binçavkirin, dadgehên rêjîmê wan gazî dike û sizayê bi ser wan de disepîne û perwerde û hînkariya rêjîmê wan ji kar derdixin an ji kar dûr dixin an hiqûqên wan qut dikin û xercê kar û jiyana mamostayên nerazî û çalakvanên sendîkaya mamostayan zêde dikin.