Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kedkarên Kurd di encama bûyera karê de canê xwe ji dest dan

10:46 - 3 Tebax 2026

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Kurdpa yê, du kedkarên Kurd û xelkê bajarên Bokan û Selmasê di du bûyerên cûda yên kar de canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên Kurdpa yê Mêhran Resûlî، ciwanekî Kurd xelkê Bokanê، piştî 40 rojan man di nexweşxaneya Mehabadê، ji ber birîndarbûna kûr di encama ketina ji bilindahiyê de di dema karê li Serdeştê de، canê xwe ji dest da.

Di heman demê de، Serdar Rencber، kedkarê xelkê gundê Korwan yê ser bi bajarê Selmasê، di dema karê de ji ser darebestê ketiye xwarê û ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da.

Saziya Mafê Mirovî ya HRANA di rapora xwe ya mehane ya liderheq rewşa mafên mirovan li Îranê de ji bo meha Pûşper 1405 ragihand ku 18 kedkar ji ber nebûna ewlehiya karê canê xwe ji dest dane.

Di demekê de ku kedkar di bin givaşên giran yên aborî de dijîn، rejîma Komara Îslamî heta şertên bingehîn yên ewlehiya karê jî dabîn nake.