Li berdewamiya bilindbûna nirxa Dolar li hember dirafê Îranê de li demjimêrên nîvro 30ê Tebaxê, nirxa Tumenê Îranê li hember her Dolarekî Amerîka gihîşte nêzî 210 hezar Tumenî ku heta niha li dîroka Îranê de bê mînalk bûye, egera vê yekî heye li berdewamiya givaşên Amerîka bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê, nirxa Dolar hêj bilintir bibe.
Piştî tundkirina givaşên aborî û deryayî bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê û sekinîna hinardekirina neftê, aboriya Îranê tûşî kirîzên dijwar bûye û tevî bilindbûna çendqatî ya hewcehiyên xelkê Îranê, nirxa teweromê jî gelek bilind bûye û bi sedema şerxwazî û fitneyên rêjîma Îranê, egera vê heye rewş hêj dijwartir bibe.
Nirxa Dolar heta niha çendîn caran bilind û daketiye lê bi awayê nêvincî, nirxa Dolar bilntir dibe û xuya nîne heta çi astekê dê bilind bibe.
Hinek mediayên Amerîka behsa vê dikin ku egera hindê heye nirxa tumen heta sinûrê 300 hezar tumenî li hember Dolar de dakeve.