Artêşa Amerîka li demjimêrên êwara roja Yekşemî 30ê Tebaxê, 2 lançêrên avêtina mûşekên spaha pasdaran a terorîst li girava Lark de kirine armanc û teqandine û berpirsekî Amerîkayê daye zanîn spaha pasdaran a terorîst ev 2 lançêr ku bo avêtina mûşekên hilgirê mînên deryayî bo nav tengava Hormozê hatibûne amadekirin, kirine armanc û jinav birine.
Pêka gotina wî berpirsê Amerîkayê, êrîşkirina bo ser wan lançêran, bi armanca rêgirîkirin ji danîna mînan li tengava Hormozê de bûye û ev ji nêzîk ve çavdêriyê bi ser deverê dikin û berdewam amade ne ku hatin û çona azad a deryayî li tengava Hormozê de biparêzin.
Nûçegihaniya Tesnîm a ser bi spaha pasdaran a terorîst îdia kiriye li vê êrîşê de çendîn kes hatine kuştin û birîndarkirin, spaha pasdaran a terorîst jî îdia kiriye ku dê bersiva vê êrîşê bide.