Roja Yekşemî 30ê Tebaxê, li duyemîn roja kombûna giştî ya Rêkxirava Netewên bê Dewlet (UNPO) de, Sofiya Emînî, Nûnera Kurdistana Îranê û Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi dengdana endamên kombûna giştî, wek cihgira Serokê Giştî yên UNPO hate hilbijartin.
Heyeta Kurdistana Îranê û Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li kongireya UNPO de ragihand ku ev erk û post, pêngavek girîng bo bihêzkirina beşdariya kurd li damezrave û platformên navnetewî de ye.
Sofiya Emînî, Cihgira Serokê Giştî ê UNPO yê, îşare bi vê yekê kir ku li vê hilbijartinê de destkevta beşdarîkirin û erk û kar û xebata nûneratiya Kurdistana Îranê li nav UNPO yê de, hewldan bo gihandina deng û daxwaziyên gelê kurd û gelên din ên bindest bo civaka navnetewî ye.