Piştî teqandina lançêrên spaha pasdaran a terorîst li girava Lark, tevaviya yekeyên mûşekî, dironî û berevaniya esmanî ya spaha pasdaranm a treorîst û artêşa rêjîmê li kendav û bajarên qiraxaviyên başûrê Îranê kevtine nav rewşa amadebaşiyê.
Ragihandinên ser bi spaha apsdaran a terorîst hevdem digel vê amadebaşiyê, lîstek ji armancên wek palavtingeh, meydanên gazî, yên welatên cîran û hevpeymanên Amerîka li deverê belav kirine û îdia kirine li egera êrîşeke din bo ser rêjîmê, dê bersiv û bertekek gelek tund hebin.
Hevdem digel teqandina lançêrên spaha pasdaran li girava Lark, çendîn raporên piştrastnekirî ji bihîstina dengên gelek mezin ên teqînên wirade û vêde û dengê pedafendên rêjîmê li deverên qiraxaviyên Bûşêhr, Bender Ebas û derdora bajarê Ehwazê, hatine bielavkirin.