Serokwezîrên Îsraîlê ragehand, Îran bi berhevdan ligel derbasbûyî, bi awayekî berçav lawaz bûye û ragehand rejîma Îranê li hewla destpêkirina bernameya xwe a etomî de ye.
Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrên Îsraîlê tekezî kir, heya ku ew li posta Serokwezîriyê de be, rê nade ku Îran bibe xwediyê çeka etomî.
Serokwezîrên Îsraîlê herwisa ragehand, hewceye metirsiyên Îranê bi yekcarî bêne jinavbirin û çarenivîsa vê rejîmê bê yekalîkirin.
Berê jî Êlî Kohên, Wezîrê enerjiya Îsraîlê ragihandibû, ger Tehran rêkeftinameyê jî ligel Amerîka wajo bike, Îsraîl wê her êrîşê bike ser Îranê.
Navbirî herwisa ragehandibû ku Tehran xeletiyek wisa bike ku bernameya etomî û mûşekên balîstîkî dest pê bike, emê wisa bikin ku poşman bibin.
Kohin rohin kir ku, bi armanca çêkirina rêrewek avî a nû û rêrewek bo veguhastina enerjiyê bi bê bikaranîna tengava Hormozê û Babulmendeb ligel Serokwezîrên Îsraîl û Amerîkayê de li peywendiyê de ye.
Hêjayê gotinê ye ku Amerîka û Îsraîl li pêvajoya şerê 12 û 40 roje de zirarek mezin gihandiye binkeyên etomî ên rejîma Îranê û çend zanayên etomî jî ji nav birin.
Rêgirî ji destpêregeheştin bi çeka etomî a rejîma Îranê, armanca herî girîng a Tiramp bo şerê 40 roje bû.