Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojane 6.7 milyon bermîlan neft ji tengava Hormozê re derbas dibe

12:11 - 31 Tebax 2026

Pêka rapora “Tankêr Trakêrz”, bi sedema berdewamiya aloziyên serbazî li devera Kendavê, li heftiya derbasbûyî de bi awayê nêvincî, rojane 6.7 milyon bermîl neft ji tengava Hormoz re li hêla dorpêçên Amerîkayê derbas dibe.

Tankêr trakêrz eşkere kiriye ku ev amar bi piştrastkirin bi lêkolînên hûr û bi berhevdanîna datayên deryayî digel sedan wêneyên esmanî ye da ku heta ev nefthilgirên bixwazin sîstema radariya xwe bitemirîn an navê xwe li sîsteman de tomar nekirine jî bêne berçavgirtin.

Ji aliyê din ve nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye, rêjîma Îranê li heyva Xermananê de dabû zanîn ku rêkarên tund û sînordarkirina hatinûçonê li tengava Hormoz, heta dawîhatina tevav a operasiyonên serbazî yên Amerîka li deverê, dê berdewam be.

Aloziyên vê dawiyê, piştî êrîşa Amerîka bo ser binkeyên serbazî yên rêjîmê li girava Lark zêde bûne û bi vê sedemê, nirxa bermîlek nefta Birênt li bazarên cîhanê de ji 90 Dolarî derbas bû.