Nirxa neftê roja Duşemî de li bazara Singapurê zêdetirî 2 ji sedî bilind bû û nirxa nefta xav a Birênt bo her bermîlekê ji 90 dolarî derbas bû.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a “Reuters”ê nirxa neftê xav a Birent bi 2,22 dolarî an jî 2,52 ji sedî bilind bû û gihîşt 90,32 dolarî ji bo her bermîlekê.
Di heman demê de, nirxa neftê xav a “West Texas Intermediate” ya Amerîkayê jî bi 2,01 dolarî an jî 2,41 ji sedî bilind bû û gihîşt 85,41 dolarî ji bo her bermîlekê.
Ev bilindbûna nirxan piştî wê yekê hat ku hêzên Amerîkayê du binkeyên avêtina mûşekan yên Îranê li Girava Larkê, di Tengava Hormozê de, kirine armanc. Di bersivê de jî Tehranê êrîş kire ser binkeyên Amerîkayê li Ordonê kir.
Li gorî “Reuters”ê, aloziyên nû yên leşkerî di navbera Amerîka û Îranê de bûne sedema zêdebûna nirxa neftê û bilindbûna nirxa Birent ji 90 dolarî ji bo her bermîlekê.