Ji bo malbata birêz Mehdî Zana!
Bi xemgînî ve me nûçeya koça dawiyê ya siyasetvan, nivîskar û şaredarê berê yê Amedê birêz Mehdî Zana bihîst. Li ser navê rêzdar Mustefa Hicrî, Serkreterê giştî yê PDKÎ û hemû rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve sersaxiyê ji birêz Leyla Zana a hevjîna mamosta û hemû malbata hêja û gelê kurd dikin û hêviya sebr û aramiyê dixwazin.
Birêz Mehdî Zana hemû temenê xwe di rêya têkoşîna bo maf û xizmeta gelê xwe de derbas kir, çi bi xizmeta xwe ya li şaredariya Amedê, çi bi nivîs û pirtûkên xwe ku ronahî dida dîrokê, û çi jî li zîndanan ku bibû dengê berxwedanê û serî li ber zulm û zordariyê netewand.
Koça dawiyê ya rêzdar Zana ji bo hemû gelê kurd û bi taybet tevgera siyasî û çandî xesareke mezin û bêveger e, lê mamosta Zana bi tekoşîna birûmet û serbilndane ya xwe dê hertim di dil û bîra gelê me de zindî bimîne.
Em dubare sersaxiyê ji we malbata hêja, ji rêhevalên têkoşînê û ji hemû gelê kurd dikin û dibêjin bila ruha mamosta şad û cihê wî bihuşt be.
Bi rêz û hurmet ve
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Pêywendiyên PDKÎ
Mihemednezîf Qadirî
30ê Tebaxa 2026 an