Rohnkirin: Ev nivîsa, raporek ji hevpeyvîna rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirêtê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê digel nûçegihaniya “Hel Nêt”ê ye ku biryar e li demekî nêzîk de li malper û pilatformên fermî yên vê nûçegihaniyê de bê belavkirin û bi hinek pêdeçona rêzimanî li “Kurdistanmedia”yê de bê belavkirin.
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li hevpeyvîneke taybet digel nûçegihaniya “Hel Nêt” tevî şirovekirina rewşa necihgîr a rêjîma Îranê û rohnkirina stratejiya qonaxên derbasbûn ji rêjîmê, îşare bi gotûbêj digel hejmarek ji rêkxiravên siyasî yên Fars kir û hêla sor a vê Hizbê li hevpeymaniyên Opozîsiyonê, hevkarînekirina digel aliyên navendgira ragihand.
Pêka rapora beşa nûçe ya tora “Hel Nêt”, li rewşekê de ku kirîzên aborî û givaşên rûbizêdebûnên navxweyî û derveyî, rewşa rêjîma Îranê zêdetir ji berê necihgîrtir kiriye, rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li hevpeyvîn digel vê nûçegihaniyê de stratejiya vê Hizbê bo qonaxên derbasbûn ji rêjîma Îranê, pirsa nêzîhevbûn li Opozîsiyon û paşeroja Rojhilata Navîn, şirove kir.
Rêjîma îslamî li ser lêva kendalê herifin, nirx û derfet
Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat li vê hevpeyvînê de bi tekezî ser mijara ku rêjîma Îranê kevtiye nav sernişîviya herifînê, da zanîn pêşbînîkirina rêkevta serast a vê herifînê bi sedema şiyan û îradeya tepeserkirina tund a rêjîmê, bi gelek zehmet e. Navbirî eşkere kir ku dirêjbûna temenê rêjîmê tevî ku nirxên canî û kawilbûna Îranê zêde dike, lê hevdem dikare derfetek dîrokî bo çêbûna yekîtiya li navbera hemû cudatiyên netewî, olî û zimanî be da ku ji dubarebûna ceribandinên berê, rêgirî bê kirin.
Hêlên sor li hevpeymaniya Opozîsiyonê
Yek ji girîngtirîn beşên axaftinên rêzdar Mistefa Hicrî li vê hevpeyvînê de rohnkirina dîtingeha Hizba Dêmokrtat li pirsa Opozîsiyona seranserî bû. Navbirî tevî rexnegirtina tund û eşkere ji siyasetên navendîxwazên du rêjîmên pehlewî û îslamî, siyaseta “yek netew, yek ziman” bi faktora bingehîn a geşenekirin û hejariya li deverên netewên bindest da zanîn.
Navbirî tevî ragihandina vê xeberê ku Hizba Dêmokrat li kêleka hizbên netewên “Ereb, Belûç, Tirk û Tirkemen”, mijûlê gotûbêj digel hejmarek ji rêkxiravên siyasî yên Fars e, hêla sor a vê hizbê da zanîn û got: “Em amade nînin digel wan girûp û tevgerên hizrî hevkariyê bikin ku her li pey avakirina hikûmeteke navendgerayek din piştî rêjîma îslamî ne”.
Gazîkirina Kurd û Tirkên Azerî bo pevrejiyaneke aşitîxwazane
Rêzdar Mistefa Hicrî li bersiva pirsyara taybet a “Hel Nêt” li derheq dîroka aloziyên li navbera Kurd û Tirkên Azerî li cografiyaya hevpar a wek Urmiye û Nexedê, koka wan dijheviyan, siyasetên fitnesaz ên hikûmeta navedî û herwisa zêdebûna şowênîzm û nasyonalîzma tundajo da zanîn. Navbirî ji rewşenbîr, Hizb û çalakvanên her du civakan daxwaz kir ku bi derbasbûn ji derbasbûya tal û xweparastin ji tolhildan, bala xwe bo peydakirina rêçareyên pevrejiyana aşitîxwazane rabikêşin.
Cudatiya li navbera startejiya Kurdan digel stratejiya welatên Rojavayî bo rûberûbûn digel rêjîma Îranê
Li beşeke din a vê hevpeyvînê de Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê îşare bi paşhatên êrîşên vê dawiyê yên Îsraîl û givaşên Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê kir. Navbirî tevî îşare bi vê yekê ku Rojava li dehikên derbasbûyî de li pey “sazan” digel rêjîmê bûye, tekez kir ku armanca niha ya Amerîka û îsraîl, bi tenê “bêhêzkirina rêjîmê” bi armanca kontrolkirina reftarên deverî yên rêjîmê ye, li Halekê de stratejiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û azadîxwazên Îranê, ne bêhêzkirin, belku herifandina tevav a komara îslamiya Îranê û cihgîrkirina hikûmetek dêmokratîk û nenavendgera ye.
Huşdarî li derheq bi paşxistina dêmokrasî
Rêzdar Mistefa Hicrî li dawiya hevpeyvîna xwe de huşdar da, hiştina lihevkirinên bingehîn û bifermînaskirina mafên netewan bo sibêya piştî herifîna rêjîmê, şaşiyek stratejîk e ku dikare bibe sedema sepandina dîktatoriyek nû. Navbirî tekez kir: “kevirê xîmê Îrana dêmokratîk a paşerojê dibe li îro de bê danîn”.