Niyoyork Post, li raportekê de ragîhand ku komek ji neyarên rejîma Îranê li Tehranê behs ji vê yekê dikin ku ew welate piştî berdewambûna bidarvekirinên eşkere, kirîza zêde a abûrî û domandina vî şerî ne ku pitir ji 5 mehane dest pêkiriye, li xala teqînê nêzîk bûye.
Rojnameya Niyoyork Post nivîsiye, şoreş renge rojekê biqewime, xelk bi du tolhildanê de ye.
Niyoyork Post, ragehandiye ku amadekarî bo rabûnek nû her li niha ve dest pê kiriye û çalakên qadên cuda bo nerizatiyek yekalîker amadekariyê dikin.
Li gorî vê raporê, çalakên medenî mijulê lêkolîn li ezmûna nerizayetiyên meha Befranbarê bo berhevdana taktîkên serkeftî û tepeseriyan û li heman demê de bi rohin kirina nexşeya bajaran, cihên bê metirsî û metirsîdar bo nerizatiya pêşerojê diyarî dikin.
Kirîza abûrî, binpêkariya mafê mirov, nebûna azadiya ra derbirîn, nebûna azadiya take kesî, mîlîtarîzekirina bajaran, matkirina hewara neraziyan, tepeserkirina neraziyan, gendeliya abûrî, cudakariya regezî, netewî,siyasî û jîngehî û dehan kirîz û pirsgirêkên din xelkê Îranê û netewên bindest vêzar kirine û eva jî çendîn şoreş û nerizatiya mezin wekî Xezelwera 98an, şoreşa Jînayê û nerizatiya Befranbara sala derbasbûyî jê keftiye.