Li duyemîn roja Kongireya “UNPO”yê de, biryarnameyek taybet bi rewşa mafên mirovî, mafên netewî li Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Belûçistanê hat pejirandin, Reşnivîsa vê biryarnameyê ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve hate amadekirin û bi kongireyê hate pêşkêşkirin.
Biryarname tekezî ser vê dike ku netewên sitemdîtî yên Îranê wek Kurd, Belûç, Erebên Ehwazê, Tirkên Azerî û Tirkemen, bi berdewamî rastî cudatîdanînên sîstematîk, tepeserkirin û sînordarkirina mafên bingehîn ên mirovî, medenî, siyasî, çandî û netewî tên.
Li vê biryarnemeyê de îşare têkirin ku li nîvya yekem a sala 2026 a Zayînî de 654 welatiyên Kurd hatine girtin ku 30 ji wan jin û 40 ji wan zarok in. hinek ji wan haletên din, îşkence, reftara xirab, vergirtina îtirafa bi zorê, rêgirêkirin ji destpêregihîştin bi parêzerê serbixwe û girtina demdirêj bê pêwendîgirtin digel derveyî girtîgehê ne.
Herwisa biryarname balê dikêşe ser zêdebûna sepandina sizaya bidarvekirin ji aliyê rêjîma Îranê bi dijî xwenîşanderan, girtiyên siyasî, çalakvanên mafên mirovî, rojnamenivîsan, parêzeran û çalakvanên civaka medenî.
Kongireya UNPO li vê biryarnameya xwe de, nigeraniya xwe li hember milîtarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê daye xuya ên wek danîna bazgehên vekolînan, danîna dema qedexeya hatinûçonê, bikaranîna hêzên çekdar û pêka raporan, dagîrkirin an bikaranîna nexweşxaneyan, xwendingehan, Mizgevt û cihên medenî bi armancên serbazî.
Li vê Biryarnameyê de ev siyasetane bi binpêkirina micid a mafên mirovî û derbelêdan bi mafên vekhevî, kirameta mirovî, desthilata yasa û mafên gelan bo diyarîkirina mafê çarenivîsa siyasiya xwe tê zanîn.
Herwis li vê biryarnameyê de îşare bi êrîşkirinên sinorşikên ên rêjîma Îranê li dijî hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê de dike.
Li vê biryarnameyê de Kongireya UNPO, 5 xalên bingehîn pejirandin:
1- Piştevanîkirina berdewam û bêmerc a xwe li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, Belûçên Rojavayê Belûşistanê û hemû netewên sitemdîtiyên Îranê dubare kiriye, bi taybet li pêxema diyarîkirina mafê çarenivîs, dêmokrasî, azadî, vekhevî, kerameta mirovî û teviya mafên netewî, kultûrî, medenî û siyasî.
2- Bidarvekirina xwenîşanderan û girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovî bi tundî şermezar kir û daxwaza sekinandina lezgîn a bidarvekirinan û guherîna hemû sizayên bidarvekirinê kir ku bi sedema çalakiyên siyasî, xwenîşandanên aşitîxwazane an bikaranîna mafên azadiyên bingehîn bi ser wan de hatiye sepandin.
3- Daxwaza dawîanîn bi milîtarêzekirina deverên medenî li Rojhilatê Kurdistanê û sekinandina bikaranîna nexweşxane, xwendingeh, Mizgevt û cihên medenî bi armancên serbazî.
4- Gazîkirina civaka navnetewî, Netewên Yekgirtî û damezraveyên mafên mirovî bo lêkolîna lezgîn li binpêkirinên ku hatine raportkirin, dabînkirina berpirsayetî û avakirina mikanîzma bi bandor û karlêker bo çavdêrî û bi belgekirina binpêkariyên mafê mirovî li Kurdistan, Belûçistan û deverên ne-Fars ên din li Îranê.
5- Êrîşkirinên sînorşikên bi tundî şermezar kir û daxwaza sekinandina lezgîn a wan êrîşan, rêzgirtin li serweriya axa Îraqê û parastina kesên medenî, penaber û wan kesane kir ku pêka yasaya navnetewî li jêr parêzvaniyê de ne.
Erêkirina vê biryarnameyê li duyemîn roja kombûna giştî ya UNPO li 30 Tebaxa 2026ê, pêngavek girîng bo gihandina dengê Kurd û Belûç û netewên din ên li Îranê bi civaka navnetewî ye.