Ajansa nûçeyan a rejîmê “ISNA” yê ragihand ku amarên bihara sala 1405 a Navenda Amarê nîşan didin ku bi sedema zêdebûna rêjeya bêkariyê û kêmbûna beşdariya aborî, jin li hemû qadên din zêdetir bûne qurbaniya lawazbûna bazara kar û cudakariya zayendî û di destpêragehiştin bi derfetên kar zêdetir rastî astengiyan hatine.
Li gorî wê raporê, rêjeya bêkariya jinan ji 13.7% di bihara sala borî de gihîştiye 16.7% di dema ku ev rêje ji bo mêran 7.5% hatiye tomar kirin, ev yek nîşan dide ku jin du qat zêdetir ji mêran digel bêkariyê rûbirû dibin.
Di heman demê de nêzîkî 800 hezar kes ketine nav koma kesên neçalak, û rêjeya giştî ya van kesan gihîştiye 39 milyon kesan ku nêzîkî 29 milyon ji wan jin in.
Herwisa hate diyarkirin ku rêjeya bêkariyê di nav derçûyên xwendina bilind de 11.6% e lê ji bo jinên xwedî bawernameya zanîngehê digihîje 18.8% di dema ku ji bo mêran 8.3% e.
Ev cudahiya mezin nîşan dide ku heta bawernameya zanîngehê jî nekarîye astengên ser rêya jinan ji bo ketina nava bazara kar li Îranê kêm bike.