Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê ragehand ku pişt perdê danûstandinên rijd ligel Komara Îslamiya Îranê de heye, hekî çi Tehran bi eşkere haşayê jê dike.
Tiramp, berpirsên Îranê bi dûrû binav kirin û eşkere kir ku wan bi xwe peywendî û Lahiya kombûnê kirine, lê piştre dibêjin tu gutobêjek ligel Amerîkayê de nîne.
Navbirî herwisa tekezî ji vê kiribû ku Tengava Hormozê li jêr kontirol û dorpêça tewaw a hêza deryayî a Amerîka de ye.
Li rêûresmekê de li Koşka Sipî, Tiramp eşkere kir ku Amerîka biryar bû şewa Yekşemî êrîşek zêde berfireh bo ser Îranê bike, lê daxwaza peywendiya desthilatdarên Tehranê û daxwaza welatên erebî ew êrîş ragirt heya derfet bo çareseriya dîplomasiyê biafire.
Serkomarê Amerîka rohin kir ku mijara yekem a danûstandinan vekirina temam a Tengava Hormozê û qonaxa Dûyem a hilweşandina yekcarekiya bernameya etomiya Îranê ye.
Tiramp bi îşarekirin bi jikarxistina şiyana etomiya Îranê li rêya bombhawêjên B-2 li sala derbasbûyî de, hoşdarî da ku egera bijardeya serbazî heya niha bi vekirî maye.
Navbirî tekezî ji vê kir ku eva dawîn derfet bo geheştin bi rêkeftina pêş weşandina derbek dawî û wêranker e, çimkî tu carî rê bi wan nayê dan ku destê wan bigehîje çeka navkî.