Komara Îslamî bi awayekî berfireh û bêmînak sermaye û samanên giştî ji bo rêûresima hikûmetî ya Erbeînê xeric dike, ev yek bûye sedem ku xizmetguzariyên bingehîn li piraniya herêmên Îranê bi alozî û seqetbûnê re rûbirû bibin.
Raporan amaje bi vê yekê kiriye ku hêsankirina kar û terxankirina kelûpelên dewletê ji bo vê rêûresimê, givaşek mezin xistiye ser kertên tenduristî, veguhastin û dabînkirina xwarinê ya hevwelatiyan.
Li bajarên cuda de, piraniya sîstima veguhastina navbera bajaran de ji bo veguhastina zîyaretkanan hatine terxankirin, û bi sedema vê yekê, hatûçûya asayî ya hevwelatiyên rastî pirsgirêkên giran hatiye.
Di heman demê de, li deverên wek Xuremava û Elîguderiz, şandina beşeke mezin ji ard, hêk û kelûpelên bingehîn bo navendên xizmetguzariya rejîmê li Îraqê, bûye sedema kêmbûna xwarinê, zêdebûna bihayan û belavbûna nerazîbûna xelkê.
Ev rewş di demekê de ye ku beşên dermankirinê li hundirê Îranê ji ber kêmbûna dermanên girîng di tengasiyê dene, lêbelê gelek derman û amûrên pzîşkî bo derveyî welatê tên şandin.
ev gavên rejîmê careke din nîşan didin ku çawa çavkaniyên giştî ji bo armancên îdeolojîk tên bikaranîn.