Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%87 a neftkêşên rêjîmê li lîstê dorpêçan de hatine tomarkirin

10:59 - 4 Tebax 2026

Şirketa Lêkolîna Datayên Deryayî ya “Wîndward” li derheq bîmeya deryayî raporek belav kir, pêka vê raporê zêdetir ji 430 neftkêşên ektîv li ticareta nefta paşmaweyên rêjîmê de ne û %87 ji wan neftkêşan li lîstê dorpêçan de hatine tomarkirin û %62 a wan gemiyan bi alayên sexte hatinûçon kirine.

Li vê raporê de hatiye ku Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li 6 hevên destpêkiya sala 2026ê de 63 gemiyên pêywendîdar bi ticareta nefta rêjîmê li lîstê dorpêçan de tomar kirine.

paşmaweyên rêjîma Îranê bo dorlêdana dorpêçan, torek ji neftkêşên kevin û jikarkevtî bi kar tîne û sîstema “GPS” a wan ji kar dêxe û li veguhastina neftê bo gemiyên din de bikar tîne.