Aloziya di navbera Tehran û Waşîngtonê de berdewam e. Li gorî çavkaniyên agahdar, Komara Îslamî ya Îranê pêşniyara herî dawî ya Amerîkayê red kiriye.
Çavkaniyeke Îranî ji bo medyaya Al-Mayadînê ragihand ku Tehranê tekez kiriye ku tengava Hormozê heta dawiya şer bi tevahî nayê vekirin. Heman çavkaniyê diyar kir ku Waşîngton di beramberî girtina rêya başûrî ya keştîvaniyê de gav paşde avêtiye, lê Îran li ser helwesta xwe domdar e.
Li aliyê din, piştî ku Donald Tiramp ragihandibû ku dê danûstandina rasterast di navbera Waşîngton û Tehranê de roja duşemê dest pê bikin, rayedarên Pakistanî ev agahî piştrast nekirin. Di daxuyaniyên Îslamabadê de hat diyar kirin ku heta naha çi dîrok, cih an jî mekanîzmayekî fermî ji bo van hevdîtinan nehatiye diyar kirin.
Wekî ku tê zanîn, Tiramp dabû xuyakirin ku armanca van gotûbêjan gihîştina lihevkirinekê ye li ser krîza tengava Hormozê û bernameya etomî a Îranê. Lê dîplomasiya herêmê hîn jî tevlihev e.