Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê berê yê Mosadê bû serokê cîhanî û serokê şirketekî bergiriya Amerîkayî

11:29 - 4 Tebax 2026

Şirketa Amerîkayî ya “Ondas Defense” ragihand ku “David Barnea” Serokê berê yê dezgeha Zaniyarî û Operasyonên Taybet a Îsraîlê anku Mûsadê wek Serokê Cîhanî ya (Global President) û Serokê Desteya Rêvebir (Chairman) ya vê şirketê hat diyarkirin.

Li gorî daxuyaniya vê şirketê “Barnea” di berfirehkirina çalakiyên cîhanî yên vê şirketê û pêşxistina teknolojiyên stratejî, berfirehkirina hevkariyê bi dezgehên parastinê û hikûmetan û herwisa pêşvebirina çalakiyên navneteweyî de rolek girîng dê hebe.

Pêka vê daxuyaniyê di qonaxa yekem de bala sereke ya çalakiyên “Barnea” dê li Rojhilata Navîn Ewropa û Asyayê be.

“Ondas Defense” herwisa diyar kir ku armanca ji diyarîkirina navbirî xurtkirina amadebûna cîhanî û pêşxistina hevkariyê bi mişteriyên hikûmetî û parastinî ye.