Artêşa Amerîkayê daxwaz ji lêkoler û piledarên xwe kiriye ku pêşniyarên afirankarane û nenaskirî bo zêdetirkirina givaşan bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê peyda bikin.
Yek ji efserên payebilind ê beşa Ewlehiya CENTCOMê bi belavkirina peyamekê rû bi girûpek ji lêkoler û pisporên serbazî, daxwaza peydakirina rêkarên nû bo givaşxistin û sizakirina paşmaweyên rêjîma Îranê kiriye.
Li halekê de danûstandinên li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê bo peydakirina rêkarek bo lihevkirinê bi rê ve diçin, berpirsên serbazî yên Amerîkayê li pey peydakirina rêkarên nû yên afirankar û nenaskirî ne ku bikarin givaşên bo ser paşmaweyên rêjîmê zêdetir bikin bi awayek ku Amerîka rastî qonaxeke nû ya şer neyê û zêdetir xerc neke.