Behiskirina dubare a egera destjikarkêşana Mesûd Pizîşkiyan, Serkomarê rejîmê, carek din bal kêşande bo aliyê aloziyên navbera pêkhateya desthelata rêjîmê.
Roja Şemî 10ê Cozerdanê, Mesûd Pizîşkiyan li nameyek fermî de bo nîvîsîngeha Xamineyî ragehand ku daxwaza destjikar kêşanê kiriye.
Li gorî wê raportê, navbirî hoşdarî dabû ku birêvebirina welat li kanalên fermî derçûye û sipaha pasdaran bi ser beşa serekî a desthilatê de zal e.
Eva jî di demekê de ye ku cara yekem nîne û li qonaxên din de wekî pêş danûstandinên Îslamabadê gefa destjikar kêşana navbirî hatibû behis kirin.
Niha Mihemed Baqir Xerazî Sikirtêrê giştî ê Hizbûlaha Îranê bangeşeya vê kiriye ku Mûcteba Xamineyî rêberê nû ê rejîmê ragehandiye ku eger pizîşkiyan carek din daxwaza destjikar kêşanê bike, ew dê qebûl bike.
Hêjayê gotinê ye ku berê jî Husên Muhêbî berdevkê sipaha terorist a pasdaran li gutobêjekê de, Mesûd Pizîşkiyan bi derewker bi nav kir û eva jî tûreyîya endamên dewleta Serokkomarê rejîmê jê keftibû.
Zêdebûna netebayî yên nava bazna desthelata rejîmê nîşanderê lawazbûna tewaw a wê desthilatê ye ku roj bi roj zeqtir û berçavtir dibe û desthilatdarên rêjîmê li deng û rengê rejîmê de bi eşkere behs ji vê yekê dikin.