Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tengava Hormozê herwisa mijara sereke a kêşmekêşan e

09:56 - 5 Tebax 2026

“CENTCOM”ê roja Sêşemê, 4ê Tebaxê, bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku rêya avî ya başûrê Tengava Hormozê li avên qiraxaviyên Omanê bo hatinûçona gemiyên ticarî vekirî û ewleh e.

Li 3 heyvên derbasbûyî de, tevî "kiryarên êrîşkar û bêhêcet" ên rêjîma Îranê, hêzên Amerîkayê alîkariya derbasbûnê bo pitir ji hezar gemiyan kirine ku bi ewlehî ji vê rêya avî ya navneteweyî re derbas bibin û ev alêkarî berdewam in.

Tevî hewldanên dîplomatîk ên Donald Tiramp bo gihîştin bi lihevkirin digel rêjîmê, rapor didin xuya ku êrîşên nû li ser gemiyên ticarî li Kendavê her hene.

Spaha pasdaran a terorîst êrîşên xwe li herêmê berdewam kirine û herî kêm 2 gemiyên barhilgir vê dawiyê kirine armanc.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Marco Rubio” roja 4ê Tebaxê, li civîna rojnamevaniyê de gotiye: “danûstandinên Amerîka digel rêjîma Îranê û Omanê li ser zêdekirina hejmara gemiyên ku di Tengava Hormozê re derbas dibin pêşve çûne, lê danûstandin hêj negihîştine ti encamekê, Spaha pastaran jî destbicî ragîhand ku heta gefê Amerîka li ser Îranê bin, em jî danûstandina xwe digel Omanê disekinînin.

Herwisa “Marco Robio” ragihand: "Em hêvî dikin ku ev yek li demek nêzîk de çêbibe."

Axaftinên “Marco Rubio” çend demjimêran piştî hevpeyvîna Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê bûye ku gotibû: hêvîdar e rêkeftinek li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de bê kirin û ji nû ve hatinûçona gemiyan li Tengava Hormozê dest pêbike..