Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku Tel Avîv reşnivîsa pêşniyarî a Amerîka ya derbarê Xezeyê de red kiriye û tekez kir ku her rêkevtinek tenê di rewşekê de tê qebûlkerin ku Hemas bi temamî bê çêkkirin û berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê bêne parastin.
Binyamîn Netenyahû, Serokwezîrê Îsraîlê di peyameke vîdyoyî de ew nûçeyên derbarê rêkevtina li gel Hemasê yan vekişîna hêzên Îsraîlê ji Kerta Xezeyê red kir û ragihand, her rêkevtinek divê bi qazancê berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê be.
Navbirî bi tekezkirina li ser berdewamiya hebûna hêzên Îsraîlê di Xezeyê de, got: "Heta ku Hemas bi temamî çekan nedanê, hêzên me ji cihê xwe yên niha paşve nakêşin."
Serokwezîrê Îsraîlê herwisa ragihand ku ferman dabû artêşa welatê xwe ku hemû rêkarên ewlehiyê ji bo parastina hêz, ax û hemwelatiyên Îsraîlê cîbicî bikin.
Netanyahû di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku Donald Tiramp û tîma wî ser wê bawerê ne ku dikarin Hemasê neçar bikin ku çêkên xwe deynin û rewşa Xezeyê kontrol bikin, ev jî pirsek e ku Îsraîl çavdêriya wê dike.