Pêka raporeke nûçegihaniya “ÎLNA” ya ser bi rêjîmê li derheq teweromê, nirxa xwarinan bo malbatên kedkarî li heyva Pûşpera îsal bi berhevdanîn digel heyva Pûşpera sala derbasbûyî %128.1 bilind bûye.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku tevî bilindbûna %128.1 a xwarinan, heqdest bi vê qasê zêde nebûne û vê yekê givaşeke gelek zêde xistiye ser malbatên kedkarî.
Pêka rapora “ÎLNA”yê asta zêdekirina heqdestên kedkaran %60 û asta heqdestên din bi tenê %45 zêdetir bûye.
Li vê raporê de hatiye ku jiyana kedkaran, malnişînkiriyan û karmendan bi vê pêkê kevtiye nav givaşeke gelek zêdetir û qasa heqdestan li hember teweromê 68 heta %83 bi pare maye û hiqûqê karmendan jî bi tenê 20 heta %43 hatiye zêdekirin.
Ev amarên rêjîmê kêmtir ji amarên sersat in û dijwariya rewşa jiyan û asta teweromê li Îranê de gelek zêdetir ji amarên belavkirî ji aliyê rêjîmê ve ne.