Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nefthelgirên Rejîma Îranê ketin nav dorpêçên Amerîkayê

10:17 - 5 Tebax 2026

Grûpa piştîvankarên Yekîtiya dijî Îrana Etomî (UANI) ragihand ku dorpêçên deryayî ya Amerîkayê veguhastina deryayî ya Komara Îslamî bi tevahî ji kar xistiye.

Li gorî vê raporê, nefthelgirên rejîmê bi valatî li Zeryaya Hind û Aram sergerdan in û êdî nikarin vegerin benderên Îranê, di dema ku keştiyên tijî li nêzî girava Xarkê rawestiyane.

Wê Girûpê herwisa ragihand ku di dema wajokirina têgihiştina navbera Amerîka û Îranê de, di 17ê Hezîranê de, herî kêm 33 barên neft û petrokîmya Îranê hatine nasîn, ku 13 ji wan ji girava Xarkê bar kiribûn.

Ew nefthelgirên ku ala Îranê hildigirin û di hereketê da bûn, niha jî ji ber dorpêçên Amerîkayê, li şûna zivirîn bo benderên Îranê, ber bi lengergehên seranserî yên zeryara Hindê û Aram ve çûne.

Tevî hewlên Tehranê ji bo derbasbûna ji cezayan, piştî derbasbûna zêdetir ji mehekê û bi tundtirbûna çavdêriya deryayî, rêya qaçax û firotina nefta rejîmê pir dijwar bûye.

Ev dorpêçên deryayî ne tenê çavkaniyên darayî yên rejîma Îranê zuha kiriye, lê herwisa desthilata Tehranê li hember biryarên navneteweyî jî di rewşeke lawaz û astengdar de hiştiye.