Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şandeke hizba Dêmokrat li salvegera jînosaydkirina kurdên Êzîdî li Otrîşê

10:44 - 5 Tebax 2026

Roja Yekşemî 11ê Gelawêja 1405an, li demjimêr 5 heya 7ê êvarê li akadîmiya perwerdeya hizba Sosyal Dêmokrata Otrîşê li bajarê Viyenê yada 12 saliya jînosaydkirina Kurdên Êzîdî li çiyayê Şengalê de, ji aliyê terorîstên Daişê ve birêve çû.

Di vê koryadê de, balyozê Îraqê, Nûnerên Herêma Kurdistanê, Nûnerên hizb û aliyên siyasî ên Kurdistanê û Nûneratiya çend hizb û Navendên Mafê Mirov û Rêkxistinên Medenî û endam parleman beşdar bûn.

Endam û nûneratiya hizbê, ku pêkhatibûn ji Dr. Ceza Salihî, Dr. Cefer Pîrotî û Arif Xerîbî û Mihemed Feqê Elî di vê koryadê de beşdar bûn.

Peyama hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê ji aliyê Nûnerê hizbê ve bi zimanê Almanî hate xwendin.

Nûneratiya hizbê xelkekî zêde bo wê koryadê ji parlamantar û endamên Encûmena Birêveberiya bajarê Viyenê bangêşt kiribûn, bo vê ku pitir bala Otrîşiyan bo aliyê cinayetên ku dijî neteweya Kurd hatine kirin û tê kirin, rabikêş in.

Hêjayê gotinê ye ku heyeta Hibê ji aliyê mala Êzîdî, ku Rêkxiravek Kurde Êzîdiyane li wî welatê, hate pêşwazîkirin û destxweşî ji hevkariya Nûnerên hizbê kirin.