Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

SENTCOM: Rêreva başûrê Tengava Hormozê vekirî ye

10:45 - 5 Tebax 2026

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (SENTCOM) ragihand ku rêreva başûrê Tengava Hormozê ji bo hemû keştiyên bazirganî vekirî ye.

“SENTCOM” tekezî kir ku di sê mehên borî de, tevî reftarên alozker yên rejîma Îranê, hêzên Amerîkayê alîkariya zêdetirî 1000 keştiyan kirine da ku bi ewlehî ji vê rêya navneteweyî re derbas bibin.

 

Ev daxuyanî di demekê de hatiye belavkirin ku amarên “Reuters” û şirketa “Kpler” jî nîşan didin ku hatûçûya keştiyan berdewam e.

Li gorî van amaran, tenê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 8 nefthelgir û barhilgir ji Tengava Hormozê derbas bûne. Ev yek nîşan dide ku hewlên Tehranê ji bo girtina tengavê û sepandina dorpêçan serkeftî nebûne.

Divê bê gotin ku berî destpêkirina operasyonên leşkerî û êrişên Komara Îslamî li dijî rêyên keştiwaniyê, rojane nêzîkî 130 heta 140 keştî ji vê tengavê derbas dibûn.

Tevî kêmbûna asta hatûçûyê, berdewamiya erkên hêzên Amerîkayê rê neda ku Tehran vê rêya stratejîk û girîng a aboriya cîhanê bi giştî felac bike.