Skat Besnet, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, bi weşandina daxuyaniyekê li ser tora civakî ya X (Twitter) ragihand ku ew kesên xizmetên darayî, piştgiriya lojîstîkî an piştgiriya bazirganî pêşkêşî Spaha Pasdaran a terorist an jî Hêla Esmanî ya Mahan dikin, alîkariyê didin berdewamiya çalakiya rêxistineke terorîstî.
Wî zêde kir ku Wezareta Xezînedariya Amerîkayê dê li ser naskirina van kesan, eşkerekirina nasnameya wan û birîna destê wan ji pergala darayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berdewam be.
Beriya vê jî, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê şeş kes û saziyên li Îran, Çîn, Hindistan û Rûsyayê ji ber hevkariya bi Hêla Esmanî ya Mahan û Spaha Pasdaran re, ceza kiribûn. Waşîngtonê ragihandibû ku hinek ji wan şirketên hatinî cezarkirin wek nûnerên firotinê yên Hêla Esmanî ya Mahan kar dikirin û di parastina toreke navneteweyî ya vê şirketê de rola wan hebû. Wezareta Xezînedariya Amerîkayê herwisa şirketa "Stûdyoya Start-up a Dadenegar" jî bi tawanbariya hevkariya bi Spaha Pasdaran re ceza kiribû.