Şirovekarek naskirî ê karûbarên Îranê hoşdarî da ku Komara Îslamî bo destkeftina Îmtiyazan, givaşên siyasî bo ser Amerîka zêdetir kirine.
Bêhnam ibnê Talbilu, Birêveberê bernameya Îran li damezraveya Berevanî li Dêmokrasiyan, li çavpêkeftinekê de ligel Fox Newsê, ragehand, rejîma Îranê baş dizane ku şiyana rûbirûbûna rastewxwe a serbazî nîne, ji ber hindê hawar xwe bo şerê îradeyan dijî dewleta Tiramp biriye.
Talbilu, tekezî kir ku Komara Îslamî li 47 salên derbasbûyî de nîşan daye ku amade ye heya ser kendalê karesat firtûfêl û lîstikê bi ewlehiya devrê bike.
Navbirî îşare bi vê jî kir ku tevî evê ku tu Serokomarekî Amerîka bi qasa Donald Tiramp derbên xeda li rejîmê nedane, lê nermiya vê dawiyê a Waşîngtonê beramber bi hinek gefan, derfet da Tehranê ku Amerîka Şêrê kaxezî, şiyana rêgiriya Amerîka tûşê pirsgirêkan bike.
Ew cure axiftinane di demekê de ne ku, Qeter amajê bi berbi pêşdeçûna rewşa danûstandinan dike, lê Komara Îslamî li encama wan cure fêlên siyasî û redkirina hebûna danûstandinên rastewxwe berdewame, heya li vê rêyê ve demê bo mana xwe bidest bixe