Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

‌Hûsiyên Yemenê bi fermana rêjîmê gemiyeke Erebistanê kirine armanc

12:09 - 5 Tebax 2026

Roja Çarşemî 5ê Tebaxê, “Yehya Serî`i” yê berdevkê Hûsiyên Yemenê bi belavkirina peyameke vîdyoyî gotiye ku gemiyeke nefthilgir a Erebistanê ya bi navê “Wefa”li nêzî qiraxava bajarê “Yenbe`i” li bakûrê deryaya Sor de kirine armanca çendîn mûşekên balistîkî, lê navbirî ti îşareyek bi egera xisarên malî an caniyên vê êrîşê nekiriye.

Navbirî îdia kiriye ku ev 8 mîn gemiya Erebistanê ye ku ji destpêka dorpêça deryayî ve kirine armanc.

Hûsiyên Yemenê bi fermana paşmaweyên rêjîmê û alîkariya malî û cebilxaneya spaha psadaran a terorîst, êrîşê bo ser gemiyan û bi taybet vê dawiyê bi ser gemiyên Erebistanê dikin û bi wî awayî rêjîma Îranê dixwazin şer li derveyî sînorên xwe berfireh bikin û givaşên ser xwe kêmtir bikin.