Xelkê Kurdistanê ê mafxwaz û xebatkar!
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê!
25ê Gelawêja îsal 81 saliya damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê ye. Wî serdemê û piştî zêdetir ji du dehkan zext û zordariya hikûmeta Reza Şah bi armanca helandin û jinavbirina nasnameya neteweyî ya Kurd bi rêya sepandina ziman, çand û îradeya siyasî ya serdest, partiyek ji dayik bû ku bû alahilgirê qonaxeke nû di têkoşîna neteweyî ya Kurd de li Rojhilatê Kurdistanê. Di navbera wan du dehkan de û di dema ku ji Bakur heta Başûrê Rojhilatê Kurdistanê -ji Simko yê Şikak bigire heta şoreşa Rêno li Îlamê- tevgera mafperwer a Kurd dijî rêjîma Pehlevî hebû, li navenda Kurdistanê jî ramana nasyonalîzma Kurdî di pêşketinê de bû. Ramaneke ku partiya "Âzadî" bingehê wê danî, "Komela Jiyanawa Kurd" wateya neteweyî da wê û di encamê de "Hizba Dêmokrat a Kurdistanê" bû berhema wê rabûna siyasî û girseyî bi ramana neteweperweriyê.
Damezrandina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê li ser destê Pêşewa Qazî Mihemed encama hişyariya siyasî û neteweyî ya Kurd bû ji bo berxwedan û rawestana li dijî siyasetên asîmîlasyonê yên Pehlevî. Hizba Dêmokrat dixwest li gel pêlên nûbûna Îranê, civaka Kurdistanê jî nû bibe û daxwazên xwe yên rewa û mafperwer bi rêya partiyeke sivîl û modern mîna cîhana nû bike rojev. Di rastiyê de Hizba Dêmokrat a Kurdistanê mînakên yekem ên guhartina bingehîn di pêkhatina civakî ya Rojhilatê Kurdistanê de bû, lewma wê Hizbê karî di heyama kêmtir ji salekê de bingeha hikûmetê deyne. Komara Kurdistanê bi wan hemû destkeftên dîrokî, neteweyî û siyasî ku berhema wê guhartinê di civaka Kurdî de bûn, ew şêwazê nû yê têkoşîna modern bû ku Kurdan cara yekem di dîroka xwe de bi rêya partiyeke siyasî û bi plan û bernameyeke armancdar dimeşand.
Hizba Dêmokrat ne tenê Kurd kire xwedî hikûmet, belkî wate û gotara siyasî da têkoşîna mafperwer a neteweya xwe. Gotarek ku her çend bi berdewamî li gorî hewcehî û guhartinên siyasî hatiye guhartin, lê cewherê wê yê neguhêr bûye stûna jiyana siyasî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê. Bi awayekî ku heta niha jî Kurd siyasîtirîn netewe ye di nav pêkhateya erdnîgariya Îranê de û wê taybetmendiyê wisa kiriye ku ji bo demekê jî tevgera rizgariya wî gelî neskine.
Têkçûna Komarê û darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, tevî ku derbeyeke giran bû li Hizba Dêmokrat, lê di heman demê de ezmûneke girîng bû hem ji bo Hizba Dêmokrat û hem jî ji bo tevgera rizgariya gelê Kurd. Berdewamiya Hizba Dêmokrat di rêya têkoşînê û vejandin û ji nû ve avakirina pêkhateya Hizbê û birêvebirina têkoşîneke bi xwîn lê tijî destkeft, ev Hizb ew qas qal kir ku heke rojekê rêberên mezin ên wekî Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkindî jî ji dest bide, dîsa li ser pêyan bimîne û îradeya wê ya neteweyî neşkê.
Berdewamiya Hizbê piştî Komarê û xwendina rêberên nû ji bûyerên Îranê re di destpêka salên 30î yên rojî de û hewldana ji bo tevlîbûna di proseya siyasî ya Îranê de dikare wekî nîşaneyên qonaxeke nû ya gotarî di siyasetên wê Hizbê de bê nîşandan. Li ser wê bingehê, têkoşîna çekdarî ya salên 46-47an bersivdana siyasetên Mihemed Reza Şah beramberî pirsa Kurd piştî kudetayê bû, ku bi şehîdbûna alîgirên wê ramanê di Hizbê de, Hizba Dêmokrat zêdetir vegerya ser xwe û bername û siyasetên xwe, û ji Hizbeke bi qewareya modern bû Hizbeke modern bi hemû wateyê di warê ramanî, teorî û pratîkî de. Lewma dema ku şoreşa gelên Îranê di sala 1979an Zayînî de serket, Hizba Dêmokrat bû Hizbeke hezkirî û alahelgira gotara civakê û wekî tevgera siyasî ya herî girseyî di nav Îranê de rolek berçav di siyasetên Kurd û parastina mafên rewa yên wê neteweyê de lîst. Rastbîniya siyasî di heman demê de li gel tekezkirina li ser daxwaziyên neteweyî wekî taybetmendiya herî diyarkirî ya Hizba Dêmokrat di wê qonaxê de derket holê ku heta niha jî nexşe rêya wê Hizbê bûye di demên dijwar ên jiyana neteweya Kurd de.
Tevlîbûna di şoreşa gelên Îranê de, destpêkirina danûstandinan bi hikûmeta nû re, avakirina hevpeymaniyê bi aliyên Kurdî re, têkçûna danûstandinan û şer û berxwedana çekdarî ya salên dehkên 60 û 70yî, şehîdkirina rêberên mezin ên Hizbê Qasimlo û Şerefkindî, ezmûngirtin ji veqetînên nav Hizbê de, guhartina dirûşma sereke ji xudmoxtariyê bo fêderalîzmê, mûşekbarana baregehan, avakirina Navenda Hevkariyê û paşê Navenda Diyalogê û niha jî Hevpeymaniya Kurdistanî û guhartinên di gotara siyasî ya wê Hizbê de li gorî mercan, giringîdan bi rêya têkoşîna sivîl li hundir, Newrozên bi girse yên Kurdistanê û sembolên Kurdî wekî nirxekî neteweyî, ev hemû ezmûnên girîng in ku Hizba Dêmokrat kirine ew Hizba astbilind ku tevî hemû astengiyan karî ye hezkirî di dilê nifş li pey nifşên Rojhilatê Kurdistanê de bimîne.
Ji aliyekî din ve, tevlîbûna di hevpeymaniyên giştî yên wekî Kongreya Neteweyên Îrana Fêderal, "Navenda Hembestegî ji bo Azadî û Wekheviyê" û gelek civak û saziyên din ên giştî di qada siyasî ya Îranê de, meşîna li ser rêya Qasimloyê mezin û tekezkirina li ser rastbîniya siyasî ye di siyasetên Kurdî de, ew jî di dema ku Hizba Dêmokrat wekî berpirsiyartirîn partiya Kurdî hemû demê li ser bingehên neteweyî tekez kiriye û qet neviya ye hivya Kurdayetiyê ya neteweya Kurd di wê parçeya Kurdistanê de sar bibe.
Xelkê nîştimanperwer û azadîxwaz ê Kurd!
Hizba Dêmokrat tevî ku di dirêjahiya 81 salên têkoşînê de li ser xeta neteweyî û nirxên nîştimanî maye, berdewam wekî partiyeke pêşkeftinxwaz viya ye adetên xerab ên civakê jî biguhêre û fikir ji welatekî modern û serdemane bi berçavgirtina wan nirx û bihayên ku destkeftên hêja yên mirovahiyê ne, ji bo civakeke azad, dadperwer û saxlem kiriye.
Hizba Dêmokrat tekez kiriye ku serweriya siyasî bêyî sepandin û pejirandina mafê jinê wekî pirsek serbixwe nayê destxistin. Di ramana Hizba Dêmokrat de divê mêrsalarî di mejiyê mirovê Kurd de cî ji bo baweriya bi şanaziya jinê û rakirina hemû zilmên li ser jinan vala bike û ji nêrîneke mirovane li babet û pirsên neteweyî û civakî bê nêrîn, ne ji nêrîneke teng a zilamane. Baweriya bi rola hemû pêkhate û herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê di têkoşîna nîştimanî û avakirina Kurdistaneke modêrn di paşeroja azadiyê de baweriyeke neguhêr û bingehîn bûye û dê bimîne. Kar û karnameya wê Hizbê di dirêjahiya heşt dehik têkoşînê de nîşan daye ku Hizba me bi bidestxistina gelek destkeftên siyasî, neteweyî û dîrokî bi bihayê gorîkirina canê zêdetir ji pênc hezar şehîdên sengerê, nêrînên siyasî di qada têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê de heta niha jî civaka Kurdistanê baweriya sereke li wê Hizbê heye û bi wê piştgirî û baweriyê dê di têkoşîna xwe de berdewam be.
Niha jî di rewşekê de ku Îran ketiye qonaxeke cuda û Komara Îslamî rêberê xwe yê berê ji dest daye û rêberê wê yê nû ji navekî zêdetir tiştek nîne, û di dema ku desthilat di navenda şerekî nediyar ê derve û şerê aliyên hundir de ye ji bo qorixkirina desthilatê, tevgera mafperwer a gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû givaş û zordariyên dezgeha tepeserkar heta niha li ser pêyan e. Di heman demê de, berhema hewldana 81 salan a Hizba Dêmokrat ji bo bihêzkirina civaka sivîl a Kurdî û bihadana bi rola girseyê di pêşvebirina têkoşîna nîştimanî de serkeftî bûye.
Îro di 81 saliya temenê Hizba Dêmokrat de, têkoşîna piralî ya Hizba me ji her demê zêdetir wate girtiye. Hewldanên dîplomatîk ên Hizbê li gel aliyên cîhanî ji bo nasandina pirsa Kurd û li gel opozîsyona Îranî ji bo misogerkirina mafê serweriya siyasî, têkoşîna sivîl û têkoşîna medyayî bi rêya wê xwîna nû û ciwanên ku vegeriyane nav damarên wê de, herwisa têkoşîna pêşmergane bi hebûna hêza pêşmerge wekî mile biqawet ê gel, rengvedana stratejiya têkoşîna piralî ya Hizba Dêmokrat a Îranê ne.
Hizba Dêmokrat di vê dema taybet de bi baweriya kûr bi rêbaza tijî şanazî ya rêberên şehîd û hemû şehîdên sorxelat ên neteweya me, peymanê nû dike ku ji rêbaza xwe ya nîştimanî dernekeve û tu êrîş û mûşek û dronbaran û heta leşkerî jî gavên wê sist neke û bi bawerî bi xwe di hewldana ji bo gihîştina bi armanca neteweyî de berdewam bibe. Herwisa bîranîna şehîdan û girtiyên siyasî bilind radigre û berxwedana malbat û kesûkarên wan nirxdar dibîne, û di wê pêxemê de bi ezmûngirtina ji dîrokê re bê rawestiyan cehdê dike ji bo parastina yekrêziya nav refên xwe û yekitiya neteweyî û peywendiya saziyî li gel hêzên siyasî yên din li Rojhilatê Kurdistanê.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
Gelawêja 1405 an a Rojî