Werzişvana kurd a ciwan xelaka bajarê Selmasê serbi parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, bi nave Yelda Qadirî, di Qehremaniya Tikwandoyê ya Cîhanê de serkeftinek mezin bi dest xist û bû xwediya medalya zîv. Evpêşberkê li bajarê Seoul ê paytextê Koreya Başûr hate lidarxistin.
Yelda Qadirî bi navê tîma "Kurdistan" û bi bilindkirina ala Kurdistanê beşdarî vê pêşberkê ya navdewletî bû. Di vê pêşberkê de zêdetirî 6 hezar werzişvan ji zêdetirî 60 welatên cîhanê cîh girtin û pêşberkêyek pir dijwar hate kirin. Yelda di encamê de pileya duyem bidest ve anî û piştre bi bilindkirina ala Kurdistanê serkeftina xwe wek werzişvana kurd nîşanî cîhanê da.
Serkeftina wê werzişvana Kurd, gelek ji mediyayan ve deng veda, bi taybet ku heta netewî têkel bi vê serkeftinê dibe, gel pê dilxweş û şanaziyê bi ciwanên xwe dike.