“Marco Robio” Wezîrê Derve yê Amerîkayê û “Edward Miliband”, Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê li roja Çarşemî 5ê Tebaxê li hevdîtina xwe de li bajarê Washîngtonê, li ser hebûna rola zêdetir a Ewropayê li dabînkirina ewlehî û pêbendiya wan 2 welatan li dabînkirina ewlehiya tengava Hormoz û herwisa arxahînbûn li vê yekê ku nabe rêjîma Îranê bi ti awayek çeka navkî bi dest xwe ve bîne, tekezî kirin.
Herwisa wan 2 welatan dane zanîn ku bernameya navkiya paşmaweyên rêjîmê nabe bi ti awayek bê berfirehkirin û pêbendiya xwe li ser rêgirêkirin li vê mijarê dane xuya.
Paşmaweyên rêjîmê, tevî hemû lahî û daxwazkirinan bo sekinandina şer, dest ji beranameya xwe ya navkî bernedane û li çendîn cihan de bi awayekî perdopşkirî vê bernameya xwe berdewam dikin.